Karaaslan: Xaniyên hilweşandî heta mehekê temam dibin

Berpirsa Jîngeh, Bajêr û Kulturê ya AK Partî Çîgdem Karaaslan da xuyakirin, avakirina xaniyên kesên ku malên wan li navçeya Sûra Diyarbekirê hatine hilweşandin, heta mehekê temam dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Jîngeh, Bajêr û Kulturê ya AK Partî Çîgdem Karaaslan da xuyakirin, avakirina xaniyên kesên ku malên wan li navçeya Sûra Diyarbekirê hatine hilweşandin, heta mehekê temam dibe.

Cîgira Serokê Giştî ya AK Partî, Karaaslan derbarê serdana xwe ya heftiya borî ya navenda Sûra Diyarbekirê de axivî û got, di çêkirinê Sûrê de kelûpelên herêmî tên bikaranîn.

Her wiha got, li aliyek Îdareya Avedankirinê (TOKÎ) aliyê din jî Wezareta Çand û Tûrîzmê xebatên xwe dikin ku nexş û hebûnên dîrokî bên parastin.

Karaaslan got, xeyaleke Diyarbekirê ya hikûmetê heye û xebatên li Sûrê tên kirin nîmûneyên cîhanî ne û bo çareserkirina arîşeyan jî stratejiyên wan hene.