Li 11 gundên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin
Li Bakurê Kurdistanê li 11 gundên navçeyên Licê, Hazro û Karasê yên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê li 11 gundên navçeyên Licê, Hazro û Karasê yên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgariya diyarbekirê ragihand ji ber operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê Li 11 gundên ser bi Hazro, Karazê û Lîceyê yên Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û heta fermaneke nû dê berdewam be.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, qedexeya derketina derve îro sibê demjimêr 5.00 destpê dike û heya fermaneke din berdewam dike, sedem jî ji bo encamdana operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê li wan navçeyan.
Ev çendîn car e li wan navçeyan qedexeya derketinê tê ragihandin û operasyonên leşkerî li wan navçeyan hatine encamdan.