Tirkiye û Rûsya li ser agirbesta li Sûriyê lihev kirin
Tirkiye û Rûsya li ser pêşkêşkirina plana agirbesta giştî li Sûriyê ya ji bo hemû aliyan lihev kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye û Rûsya li ser pêşkêşkirina plana agirbesta giştî li Sûriyê ya ji bo hemû aliyan lihev kirin.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, piştî ragihandina agirbestê li rojhilatê Helebê û derketina sivîlan ya di navbera Tirkiye û Rûsya de, Enqere û Mosko li ser planeke agirbestê li tevayî Sûriyê bê ragihandin û ew plan pêşkêşî hemû aliyên opozisyon û rejîma Sûriyê bê kirin lihev kirin.
Armanca wê planê ew e ku agirbest rêjîm, alîgirên rejîma Sûriyê û hemû komên di bin sêwana opozisyonê de bigire di nava xwe de. Li gor lihevkirinê wê hewl bê dayîn ku agirbest îşev derengiya şevê destpê bike.
Herwiha li gor agehiyan agirbestê, rêxistinên terorîstî nagire nava xwe.
Derbarê rêxistinên agirbest digire nava xwe û yên agirbest nagire nava xwe de ti agehiyek nehatiye belav kirin.