Agirbesteke giştî bo Sûriyê hate îmzekirin

Serokê Rûsyayê Viladîmir Putîn ragihand, rêjîma Sûriyê û opozîsyonê li ser agirbesteke giştî li tevahiya Sûriyê rêkeftin, ku dê îro di nîvê şevê de dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Viladîmir Putîn ragihand, rêjîma Sûriyê û opozîsyonê li ser agirbesteke giştî li tevahiya Sûriyê rêkeftin, ku dê îro di nîvê şevê de dest pê bike.

Pûtîn bi Wezîrê Karên Derveyê Sergey Lavrov û Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu hevdîtin pêk anîn û diyar kir ku di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de de 3 belge hatine morkirin.

Pûtn destnîşan kir ku belgeya yekem, derbarê ragihandina agirbesta li axa Sûriyê de ye, ya di duyem tevdîrên derbarê kontrola rejima agirbestê, ya sêyem jî derbarê destpêkirina hevdîtinên aştiyê ya li Sûriyeyê ye.

Herwiha Putîn aşkere kir, dê ligel Tirkiyê li ser gerantiya agirbestê kar bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, agirbest rawestandina hemû çalakiyên çekdarî û êrîşên asmanî li xwe digire, ji bilî grûpên terrorist yên li ser lîsta Encûmena Asayişa Navdewletî ne.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kir, rêjîm û opozîsyona Sûriyê dê di bin serpereştiya welatên agirbest ragihandine de li Astanê bicivin.

Herwiha Artêşa Sûriyê jî ragihand ku, agirbesteke giştî  dê îro di nîvê şevê de têkeve warê cibicîkirinê.