Çekdarên opozîsyon: Rêjîm agirbestê binpê dike
Çekdarên opozîsyona Sûriyê gefê li rêjîma wî welatî dixwe, heger rêjîm berdewam be bi binpêkirina rêkeftina agirbestê, ewê ji aliyê xwe ve dawî li agirbestê bînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên opozîsyona Sûriyê gefê li rêjîma wî welatî dixwe, heger rêjîm berdewam be bi binpêkirina rêkeftina agirbestê, ewê ji aliyê xwe ve dawî li agirbestê bînin.
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li ser rêkeftina agirbestê li Enqerê îmzekirine daxuyaniyek belav kirin û rêjîma Sûriyê bi binpêkirina rlkeftinê tuhmetabar kirin. herwiha opozîsyonê da zanîn ku rêjîm û Hizbulaha Libnanî amadehiyên komkujiyekê li geliyê Bereda li parêzgeha Şamê dikin.
Daxuyaniya çekdarên opozîsyonê amaje bi wê yekê kirin, ku 11 grûpên opozîsyonê li ser rêkeftina agirbestê îmze kirine, ku biryar bû rêjîm jî li ser heman rêkeftinê îmze bikira, lê piştre hin berpirsên Rûsî rêkeftin bi awayekî din şîrove kirin, ku hat zanîn rêjîmê li ser çapeke cuda ji rêkeftinê re îmze kiriye.
Opozîsyonê got jî, her rêkeftinek îmezeya wan li ser wê tune be, ew pabendî wê nabin.
Daxuyaniya çekdarên opozîsyonê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kirin, ku dengdanê li projeta Rûsyî bipaş bixe, heta ku Rûsya pabendiya xwe bi rêkeftina agirbestê tekez dike.
Di şeva 30 vê mehê de, agirbeteke giştî bi serpereştiya Rûsya û Tirkiya li tevahiya Sûriyê hate cibicîkirin, lê piştî agirbestê bi çend demjimêran çend binpêkirin hatin tomarkirin.