Dengdan li ser agirbesta li Sûriyê tê kirin
Rûsya ji Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz dike piştgiriya agirbesta Sûriyê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya ji Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz dike piştgiriya agirbesta Sûriyê bike.
Balyozê Rûsyayê di Netewên Yekgirtî de Vîtalî Çorkîn ragIhand, wan projebiryarek derbarê plana Rûsî-Tirkî ya ji bo agirbestê li Sûriyê û destpêkirina danûstandinan li Astana pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye, daku dengdan li ser bê kirin.
Çorkîn diyar kir, ku hin welatan pêşniyarên xwe li ser wê projebiryarê pêşkêşî wî kirine û ewê wan pêşniyaran li projebiryarê zêde bikin.
Biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî dengdanê li ser projebiryara Rûsî bide.
Herwiha Çorkîn got ku, Rûsya pêşbîniyê dike ku îdareya nû ya Amerîka bi serokatiya serokê nûhilbijartî Donald Trump beşdarî danûstandinên aliyên nakok yên Sûriyê li Astanê bibe.
Bi serpereştiya Rûsya û Tirkiya di şeva 30 vê mehê de, agirbeteke giştî li tevahiya Sûriyê hate cibicîkirin, lê piştî agirbestê bi çend demjimêran çend binpêkirin hatin tomarkirin.