Li Bakur Kurdistanê amadekariyên sersalê qelis in
Sala 2016an xilas bû û li giştê cihanê amadekarî ji bo sala nû yanî 2017-an tê kirin. Li Bakurê Kurdistanê şer pêkhateyên sala borî û berdewamiya rewşa nearam, ew amadekarî gelek qels in. Esnaf û welatî hêviyên baş ji bo sala nû dikin û dilnîgariya xwe ji pêkhateyên sala nû radigihînin.
K24 – Diyarbekir
Sala 2016an xilas bû û li giştê cihanê amadekarî ji bo sala nû yanî 2017-an tê kirin. Li Bakurê Kurdistanê şer pêkhateyên sala borî û berdewamiya rewşa nearam, ew amadekarî gelek qels in. Esnaf û welatî hêviyên baş ji bo sala nû dikin û dilnîgariya xwe ji pêkhateyên sala nû radigihînin.
Li Diyarbekirê û gişt bajarên Bakurê Kurdistanê, amadekariyên sala nû ji nivîsên bi vî rengî pêktên. Ji wan nivîsan bêtir zehmet e ku mirov mînaqên pîrozbahiya sala nû bibîne. Li Diyarbekirê jî, dema ku hûn li kolanên wê bigerin, hîç nayê zanîn ku li vir jî dê saleke nû bê pîroz kirin.
Ji wan kêm nimûneyan yek jî bilêtên şans yên piyangoyê ne ku li gelek ciyên bajêr tên firotin. Ji ber ku pereyekî giran di sersalan de tê dayîn beriya sere salê berhemê ku herî zêde tê firotin bilêtên şans yên piyangoyê ne. Firoşkarên wan bilêtan jî dibêjin, li Rojavayê Tirkiyeyê niha welatî ketine rêzê, lê li Diyarbekirê hêdî hêdî tên firotin.
Firoşkarê Bilêtên sersalê Remezan Çakmak dibêje: "Îsal hêviya me ew e, ku diyariya mezin ji Diyarbekirê re derkeve. Hêviya me îkramiye ji yê/ya ku dizanin pere xerc bikin re derkeve. Yên ku nizanin pere xerc bikin re bila dernekeve, pere ji bo xerc kirine ye ne ji bo binerdkirinê ye."
Welatî jî dilnîgariya xwe ji bo rewşa nearam û şer û aloziyên li Bakûrê Kurdistanê tînin ziman û daxwaza pêkhatina rewşa aram û aştiyane dikin.
Welatiyê bi navê Şêxmûz Ayaz jî dibêje: "Sala borî me tevahî zor û zehmetiyan dît, niha em nikarin bibêjin, lê disa jî ez bibêjim miletê me hîn jî di bin wê esarete de ye. Înşelah sala nû ji bo me û hemû misilmanan slaeke başbe, hêviya min ev e."
Li Diyarbekirê di nav hemû bazarê de 1-2 dikanên ku ji bo pêşwaziya sala nû hatine xemlandin jî hebûn. Disa li Mal û Navendên kargehan hin çalakî û amadekarî hatine kirin, lê ew jî naxwazin ku ew amadekariyên wan li ser medyayê bên weşandin.