Firokeyeke leşkerî ya Iraqê kete xwarê
Firokeyeke leşkerî ya Iraqê li nêzîkî qezaya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve kete xwarê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyeke leşkerî ya Iraqê li nêzîkî qezaya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve kete xwarê.
Şaneya Ragihandina Şer ya Iraqê aşkere kir, îro firokeyeke leşkerî ji ber pirsgirêkên teknîkî li nêzîkî qezaya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve kete xwarê.
Heta niha hêzên asmanî yên Iraqî cureya firokê û cihê bûyerê û hûrgilyên zêdetir belav nekirine.
Li gor hin medyayên ragihandinê, ku tevahiya kesên di firokeyê de canê xwe jidest dane.