Korbenda Aboriya Cîhanê dest pê dike

Korbenda salane ya aboriya cîhanê roja 17 Çile bi beşdariya rêberên siyasî û aborî yên cîhanî li Davosa Swêsrayê dest pê dike. Li gor karnameya Korbenda Aboriya Cîhanê ya li Davosê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê de beşdar dibe û di panelekê de gotarekê pêşkêş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Korbenda Aborî ya Davosê heta roja 20 vê mehê berdewam dibe, pirsên aborî û rehendên cuda, pirsên siyasî û pêwendiyên di navbera welatan de û pirsgirêkên cîhanî tê de têne gengeşekirin.

Korbenda Aborî ya Davosê di sala 1971an ji aliyê Prof. Almanî yê zanîngeha Cenêvê Klaus Schwab hate damezrandin. Di destpêkê de navê korbendê “Korbenda Birêvebiratiya Ewropayê” bû, armanc jî bo lidarxistina korbendê komkirina rêber û sermiyandarên Ewropayê bû, lê piştre û di sala 1987an de navê wê bû “Korbenda Aborî ya Cîhanê” û programên wê bo platforma çareserkirina nakokiyên cîhanî hate ferehkirin.

Korbenda Aborî ya Cîhanê li ser malpera xwe kesên ku dê beşdarî wê korbendê bibin û gotaran pêşkêş bikin belav kiriye. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di rêza ew kesên ku beşdarî babetên cuda yên korbendê dibin de ye.

Barzanî di paneleke taybet bi Iraq û Sûriyê de roja 20 Çile beşdariyê dike û her yek ji Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura, Cîgirê Sewrokwezîrê Tirkiyê Mehmed Şimşek, Birêvebirê Cibicîkar ê Kompaniya Petrola Hilal “Crescent Pelroleum” Mecîd Cafer û rojnamevana rojnameya “Şerq El-Ewset” Mina Oraibi Stone tê de beşdar dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê dibe - https://www.weforum.org/people/masoud-
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê dibe - https://www.weforum.org/people/masoud-

Herwiha di malpera Korbenda Aborî ya Cîhanê de amaje bi jiyana siyasî û dîroka Serok barzanî kiriye, ligel berpirseyatiya wî li Herêma Kurdistanê û Iraqê di dema borî û niha de heye, ku rola wî di damezrandiyan Bereya Kurdistanî bo serkirdeyatiya gelê Kurd di raperîna li dijî rêjîma Beis de û beşdariya wî di Encûmena Hikumraniyê di sala 2004an de û bi fermî nasandina Herêma Kurdistanê di destûra Iraqê de û perepêdana demokrasiyê û damezrandina dam û dezgehan li Herêma Kurdistanê hebûye.