Antonio Tajani bû Serokê Nû yê Parlementoya Ewropayê

Kandîdê partiyên muhafazakar ên Parlementoya Ewropayê (PE) Antonio Tajani wekî Serokê nû yê PE hate hilbijartin. Di hilbijartinê de Tajani li hember kandîdê partiyên Sosyal-Demokrat Gianni Pitella bi piraniya dengan biser ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tajani 351 deng û Pitella 282 deng girtin.

Serokê nû yê PE Antonio Tajani 63 salî ye. Yek ji damezrênerê Partiya Forza Italia ye û wekî hevkarek nêzîk ê Serokwezîrê berê yê Italyayê Silvio Berlusconi tê naskirin. Ji derveyî zimanê îtalî, herweha zimanên ingilîzî, fransî û ispanî dizane.