Amerîka DAIŞê li Babê bombebaran dike
Piştî rexneyên Tirkiyê ji Amerîka re, Amerîka li derdora bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê hin baregehên DAIŞê armanc kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî rexneyên Tirkiyê ji Amerîka re, Amerîka li derdora bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê hin baregehên DAIŞê armanc kirin.
Artêşa Amerîkayê ragihand, wan hin lêdanên asmanî li dijî armancên DAIŞê ku cihê giringiyê ne li cem Amerîka û Enqerayê encam dane.
Ev yek di demekê de tê, ku Tirkiyê gelek rexne li Amerîkayê girtibûn, ku Amerîka wek pêwîst piştgîriya Tirkiyê di operasyona Mertala Feratê de nake.
Kolonel John Dorian di çend rojên borî de ragihandibû, ku wan 4 armancên DAIŞê li Babê ku ji Amerîkayê re girîng bûn, bombebaran kirine.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Heta niha bêhtir ji 44 leşkerên Tirk di wê operasyonê de canê xwe jidest dane.