Amûreyên kevnar dîsa bala xelkê dikişîne

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, amûrên ku di sedsalên berê de hatine bikaranîn, di jiyana nûjen de car din bala gel dikişînin. Sedirên ku di serdema Osmaniyan de hatine bikaranîn û di dîroka Kurdan de jî xwedî cihekî taybet in, bi teknolojiya nûjen, car din tên çêkirin û li gelek mal û dikanan cihê xwe digirin.

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, amûrên ku di sedsalên berê de hatine bikaranîn, di jiyana nûjen de car din bala gel dikişînin. Sedirên ku di serdema Osmaniyan de hatine bikaranîn û di dîroka Kurdan de jî xwedî cihekî taybet in, bi teknolojiya nûjen, car din tên çêkirin û li gelek mal û dikanan cihê xwe digirin.

Dar û berên ku xweza diyariyê mirovahiyê dike, di nav destên van hosteyan de bi teşe dibin. Xiratên vê atolyeyê, ji kar û barên nûjen zêdetir, li amûrên sedsalên berê dikolin û nexş û teşeyên nav pelên dîrokê, bi teknolojiya serdema nû, pêşkêşî gel dikin. Xiratê ku amûrên dîrokî pêşkêşî nûjeniya serdemê dike, Mûharrem Tarcan e.

Mûharrem Tarcan, dar û berên xwezayê, bi destên hînbûyî di nav makîneyan de dinexşîne.Tarcan, piştî teşedayîna parçeyên sedire, parçe parçe keda destan tîne ber hev û sedira kevnar bi amûrên nûjen tekûz dike.

Tarcan ji K24ê re derbarê karê de wiha axivî: "Ev pîşe, pîşeyeke kevn e, pîşeyeke dîrokî ye. Me jî ji ber vê yekê li dîroka xwe kola, me got di vê serdemê de teknolojî gelek bi pêş ketiye. Me jî teknolojiya serdemê û amûrên kevneşopiyê da ber hev û em bi vî awayî pîşeya xwe dewam dikin."

Sedirên ku li dikana xiratiyê tên amadekirin, vê carê li benda mînderên Kurdewarî ne. Nexşên li ser xalîçeyan tên honandin, li vê dikanê li gorî sediran tên pîvandin. Mînderên ku ji qumaşan heta xalîçeyan tên amadekirin, li gorî daxwazên reng û teşeyan pêşkêşî niştecihan tên kirin.

Li gorî dikandar Erhan Kakdaş çêkirina van sediran, xizmeteke ji bo vejîna çanda Kurdewariyê ye. Kakdaş dibêje: "Daxwazên ji bo sedirên dîrokî gelek zêde ne. Lê di şert û mercên îroyîn de ji ber bêkarî û rewşa aboriyê, hêza kirînê di nav gel de gelek kêm bûye. Ji ber vê yeke jî karê me hinek rawestiyaye. Lê ji ber ku ev sedir parçeyeke ji kevneşopiya me ne, em dixwazin ev çand dewam bike."

Li gelek bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, daxwazên li ser sediran zêde ne. Li gorî hosteyên sediran çêdikin, cihên ku amûrên dîrokî lê hebin, zêdetir bala geştegeran dikişînin. Sedirên ku berê amûrên sereke yên malên Kurdan bûn, niha herî zêde ji bo kafeyan tên bikaranîn. Di sermaya zivistanê de rûniştina li derve ne pêkan be jî sedirên bê minder bi dîtbariyeke çandî, ber deriyên dikanan dixemilînin.