Xortek li 3 hezar kûçikan dinêre
Murat Cem Yetkîn wek xwebehşekî li Stenbolê, bi tena serê xwe li 3 hezar kûçikan dinêre. Bi hezaran kûçikên bêxwedî bi hewl û xîreta Murat xwe ji sir û seqemê diparêzin. Muratê ku xweytiya li bi hezaran kûçikan dike, bo xwarina ajalan banga alîkariyê dike.
K24 – Stenbol
Murat Cem Yetkîn wek xwebehşekî li Stenbolê, bi tena serê xwe li 3 hezar kûçikan dinêre. Bi hezaran kûçikên bêxwedî bi hewl û xîreta Murat xwe ji sir û seqemê diparêzin. Muratê ku xweytiya li bi hezaran kûçikan dike, bo xwarina ajalan banga alîkariyê dike.
Ne sed ne du sed, 3 hezar kûçikên bêxwedî bi xêra wî, di vê zivistana dijwar de tê xweytîkirin. Murat Cem Yetkîn li Stenbolê di febrîqayekî de dixebite. Piştî ku ji kar derdikeve diçe devera Kurtkoyê û li vir xwarinê dide bi hezaran kûçikan da ku ji birçîna nemirin.
Murat Cem Yetkîn ji K24ê re got: “Eger evqas ajal li derva man e sedema vê em in, hemû mirov ji vê mesûl in. Ji ber xemsariya mirovan, evqas ajal eziyet dibînin. 3 sal berê min li kolanekê xweytiya kûçikan dikir. Piştre di medyaya civakî de haya min ji van kûçikan çêbû. Her hefte têm vir xwarinê didim kûçikan kûçikên nexweş jî bo dermankirinê dibim baytar.”
Kûçikên ku li ser giliyên hemwelatiyan li kûçe û kolanên Stenbolê ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve tên komkirin û tên şandin vê deştê. Murat jî her roj berê xwe dide vêderê. Gelek nas û dostên wî jê re dibêjin tu dîn î çi karê te bi kûçikan heye. Lê li gorî Murat ev wezîfeyeke mirovî ye, eger du roj neyê vir gelek kûçik ji birçîna dimirin.
Murat Cem Yetkîn dibêje jî: “Armanca me ya sereke têrkirina kûçikan e, lê hewlên min û çend xêrxwazan têrî evqas kûçikan nake. Em dixwazin kûçikên li kolanan neşînin vir çimkî evder ji bo wan ciheke bi talûke ye, min li vir gelek termên kûçikan dît ku yan tirimbêl lê diqelibin yan ji seqemê dimirin. Bila mirov xwedî li ajalan derkeve.”
Tiştê ku Murat dike bala hevalên wî jî kişandiye û ji wan hinek kes alîkariya wî jî dikin. Gamze Arguvan jî got: “Ji sala 2013'an vir de ez têm vir, ji bo xweytîkirina kûçikan alîkariya hevalê xwe dikim, em hinek kûçikên seqet an jî nexweş ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyê, weke din ji bo kûçikên bêxwedî hatine hiştin li vir stargeh çêdikin. Bi alîkariya mirovên xêrxwaz birînên ajalan derman dikin.”
Carna jî kûçik dibin hedefa nêçîrvanan jî. Kesên nêçiriyê dikin bi kêfî kûçikan dikujînin. Roj bi roj hejmara kûçikên bêxwedî zêdetir dibe ji bo peydakirina pêdiviya wan Muratê xêrxwaz di medyaya civakî de jî dest bi xebatê kiriye û bang li herkesî dike ku xwedî li kûçikan derkevin.