Erdogan: Qedera cîhanê li benda 5 welatan neyê hîştin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bang li cîhanê dike ku, qedera cîhanê hêviya 5 welatên mezin neyê hîştin û ewê her tim bêjin ku dinya ji 5'an mezintir e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bang li cîhanê dike ku, qedera cîhanê hêviya 5 welatên mezin neyê hîştin û ewê her tim bêjin ku dinya ji 5'an mezintir e.

Erdogan di serdana xwe ya Tanzanyayê de, beşdarî Civîna Kar ya Tirkiye û Tanzanya bû û bang li karsazan kir, ku li herdu welatan berhemanîna xwe pêş bixin.

Erdogan got, asta bazirganiya wan bi welatên Afrîkayê re gihîştiya 6 mîlyar dolaran ew dixwazin pêştir bixin.

Erdogan da zanîn, di Netewên Yekbûyî de 193 welatên endam hene, lê qedera cîhanê hêviya 5 welatên mezin hatiye kirin, Erdogan bang li wan kir ku divê sîstema demkî û berdewamî ya endamtiyê bê guhertin û hemû welat dewrên xwe bilîzin.