Li Wadî Bereda Şer derdet

Piştî yek rojê ji civîna Astanayê, li Sûriyê careke din li Wadî Bereda li rojhilatê Şama Paytext şer di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê de derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî yek rojê ji civîna Astanayê, li Sûriyê careke din li Wadî Bereda li rojhilatê Şama Paytext şer di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê de derket.

Li gor jêderên navxweyî, ketîbeyên opozîsyona Sûriyê karîbûn êrîşeke rêjîma Sûriyê û mîlîştyatên Hizbulaha Libnanî li devera Eyn Fîceyê  têk bişkînin. Herweha rêjîmê jî bi mûşek û topên giran êrîşî deverên li Eyn Fîce li derdora Şamê kirine.

Di encamê de hejmarek ji birîndaran ketine û ziyanên madî jî ghiştine avahiyan.

Ev yek di demekê de ye ku, duh di daxuyaniya dawî ya civîna Astnayê de rêkeftin li ser mîkanîzmeke çavdêriya agirbestê li Sûriyê hate kirin, lê tevî vê yekê jî binpêkirin ji agirbestê re çê bûye.

Kaniya Eyn Fîcê jêdera sereke ya avê ji Şama Paytext re ye, ji çend hefteyan ve rêjîma Sûriyê û mîlîşyata Hizbulaha Libnanî hewl didin Eyn Fîcê kontrol bikin.