Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak tên darizandin

Li Diyarbekirê rûniştina doza Hevseroka DBPê Sebahet Tuncel, Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak hat dîtin. Gultan Kişanak got, berê di Zîndana Diyarbekirê de êşkenceyên mezin lê hatine kirin û niha jî neheqî lê tê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê rûniştina doza Hevseroka DBPê Sebahet Tuncel, Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak hat dîtin. Gultan Kişanak got, berê di Zîndana Diyarbekirê de êşkenceyên mezin lê hatine kirin û niha jî neheqî lê tê kirin.

Hevseroka Berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kandira a li bajarê Kocaelîyê bi sîstema Vîdeokonferansê beşdarî rûniştina doza li Dadgeha Diyarbekirê bû. Kişanakê li ser rewşa xwe ya girtî di îfadeya xwe de got; “Tawanên li ser min hemû jî yên ji beriya 5-6 sal berê ne. Heger min tawanek kiribe çima piştî 5 salan doz tê vekirin? Gotinên min hemû jî siyasî bûn, tu suçek di gotinên min de nebûn.”

Kişanak’ê di axaftina xwe de got; “Min li Girtîgeha Diyarbekirê êşkenceyên mezin dîtin lê dîsa ji ji Diyarbekirê nereviyam. Ez tu caran jî narevim. Li girtîgehê jî neheqî li min tê kirin. Ez tenê di jûrekê de me. Ez dixwazim biryara azadkirina min were dayîn.”

Kişanak jî ji doza KCK’ê bi “avakirina rêxistinê û rêvebirina rêxistinê” tê tawanbarkirin û jê re heta 230 salan cezayê girtîgehê tê xwestin

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel beşdarî rûniştina dozê nebû. Tuncel ji doza KCK’ê bi “Endamtiya rêxistinê û kirina propagandaya rêxistinê” tê darizandin û jê re heta 135 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Tuncel, di 6’ê Mijdara 2016’an de di çalakiyên protestokirina parlementerên HDP’ê de hatibû binçavkirin û dûv re hatibû girtin.

Parêzerên Kişanak û Tuncel’ê ragihandin ku,  dema Kişanak û Tuncel parlementer bûn bi rêya telefonê bi awayekî derhiqûqî hatin guhdarkirin û û xebatên partiyên siyasî bûye mijara dozê û divê muwekilên wan werin azadkirin. 

Dadgehê biryar da ku Kişanak û Tuncel bi awayekî girtî werin darizandin.

Fly Erbil Advertisment