HDP û hevgirtiyên xwe li ser referandûmê daxuyaniyekê didin

Li Diyarbekirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi hevgirtiyên xwe re di demjimêr 15:00'an de li ser bangeşiya referandûmê daxuyaniyeke hevpar dide.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi hevgirtiyên xwe re di demjimêr 15:00'an de li ser bangeşiya referandûmê daxuyaniyeke hevpar dide.

Di pêvajoya referandûmê de HDPê û hevgirtiyên xwe ji bo ku encama referandûmê "Nexêr" derkeve dê bixebitin.

Daxuyanî li avahiya bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi beşdarbûna parlementerên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê, rayedar û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê were dayîn.

Di daxuyaniyê de, dê banga azadkirina siyasetmedarên HDP'yî û DBP'yî were kirin.

Her wiha tê gotin ku HDP û hevgirtiyên xwe di pêvajoya referandûmê de dê zimanekî nerm bi kar bînin û heger encama referandûmê "Belê" derkeve, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  guherînên çawa çê bibin, dê vebêjin.