Holandayê piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpayê ligel berpirsên bilind ên Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê yên Holandayê civiya; di wê hevdîtinê de aliyê Holandî berdewamiya piştgiriyên xwe bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê tekez kir û behsa encamên ewlehiyê yên şerê deverê li ser Herêma Kurdistanê jî kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpayê Dilawer Xalid Ajgeyî îro Yekşem, 18ê Cotmeha 2026ê, ligel şandeke nûneratiyê serdana Wezareta Derve ya Holandayê kir û ligel Berpirsê Pişka Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Berpirsê Pişka Siyaseta Ewlehiyê li Wezareta Derve û Cîgirê Rêveberê Karûbarên Navdewletî li Wezareta Berevaniyê ya Holandayê civiya.

Di destpêka wê rûniştinê de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Hikûmeta Holandayê kir, ji ber alîkariyên wê yên berdewam û bi taybetî rola wan di proseya çaksazî û yekkirina Hêzên Pêşmergeyan de. Li beranberî wê yekê jî, berpirsên Holandayê piştrastî li ser berdewamiya piştgiriyên xwe bo Herêma Kurdistanê da û pesna bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêşxistina çaksaziyan û parastina aramiye de kir.

Di tewerekî serekî de, Dilawer Ajgeyî ronkirineke berfireh li ser rewşa siyasî û ewlehî ya deverê û encamên cengê navbera Amerîka û Îranê li ser Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û eşkere kir ku heta niha zêdetirî 1000 êrîşên mûşekî û dronî li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, ku bûne sedema zirarên canî, madî û xirabûna jêrxaneya deverê. Herwesa encamên vekişîna hêzên Hevpeymanan li Îraq û Herêma Kurdistanê jî hatine nîqaşkirin.

Di pareke din a danûstandinan de, behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û tekez li ser pêdivîtiya yekalîkirina arêşeyên hilawestî li ser bingeha destûrê hate kirin. Herweha berpirsên Holandayê bi giringî ve behsa rola erênî ya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hêwirkirina rewşa Rojava de li Sûriyeyê û alîkarîkirina proseya aştiyê li Tirkiyeyê de kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku Holanda piştgiriya xwe ya siyasî bo Herêma Kurdistanê zêdetir bike, herwesa kompanî û sermayedarên welatê xwe jî pal bide daku di warên cuda cuda de zêdetir veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.