Encûmena Wezîran derbarê 4 pirsan de dicive

Encûmena Wezîrên Kurdistanê derbarê çar pirsên sereke de dicive û awayê birêvebirina tomara fermanberan jî yek ji wan pirsan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîrên Kurdistanê derbarê çar pirsên sereke de dicive û awayê birêvebirina tomara fermanberan jî yek ji wan pirsan e.

Peyamnêrê K24ê ragihand, bi serpereştiya Serokê Hikûmet û Cîgirê Serok, Encûmena Wezîran îro derbarê çar pirsan dicive. Pirsên sereke yên civînê jî, girêbestên di navbera hikûmet û karta taybet de, çawaniya birêvebirina tomarkirina fermanberan di sîstema “Bayometric” de. Pirsên sêyem û çarem jî taybet bi guftûgoyên di warê plan û bernameyên karta herdu wezaretên Rewşenbîrî û Veguhastinê ne.