Barzanî: Bi hemû karînan piştevaniya mafên gelê Kurd li Sûriyê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Kurdistan ti demekê nabê beşek ji wê şerê tayîfiya ku li navçeyê heye û ew gengeşeya bûye belayek ji bo asayîşa navçeyê û cîhanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Kurdistan ti demekê nabê beşek ji wê şerê tayîfiya ku li navçeyê heye û ew gengeşeya bûye belayek ji bo asayîşa navçeyê û cîhanê.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, îro roja sêşemê 31.01.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) û sekreter û nûnerên partiyên siyasî yên di nav ENKSê kir.

Di hevdîtinê de şanda mêvan behsa guftûgo û civîna Astana ya li welatê Kazakistanê û helwesta aliyên beşdarbûyên wan guftûgoyên di derbarê paşaroja Sûriye kir. Ronahî jî xistin li ser çalakiyên siyasî û dîplomasî yên ENKSê yên ji bo bergirîkirina li daxwaza rewa yên gelê Kurd li Sûriye kirin.

Herwiha ENKSê di piştevanîkirina hêzên resen û niştîmanperwer ên Kurd li Sûriyê de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û daxwaz kirin Serok Barzanî ber çavronî û şîretên xwe yên li ser pêşhatên Sûriye û paşaroja Kurd li Sûriye û navçeyê bixe rû.

Di beranber de, Serok Barzanî pêzanînên xwe ya helwest û xweragiriya partiyên siyasî yên di nav ENKSê de nîşan da û tekez li wê yekê kir ku, biryar û paşaroja Kurd li Sûriye li destê wan de dibe, ku rêbazeke wan a rast heye û li ser berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd gavan davêjin. Ev jî xisterû ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya daxwaz û mafên gelê Kurd li Sûriye dike û Herêma Kurdistanê jî wekî mal û piştevanê xuşk û birayên Kurd li Sûriye dimîne.

Her li vê civînê de Serok Barzanî gotarek di derbarê serbixweyiya Kurdistanê û rewşa siyasî ya navçeyê û nêrîna welatan di derbarê gelê Kurdistan û Pêşmerge û eger û pêşhatên siyasiyên Sûriye pêşkêş kir. Di axaftina xwe de Serok Barzanî behsa gefên hizra tundrewî û terorê kir û ev jî xisterû ku cîhan ji bo têkşikandina terorê û jinavbirina hizra terorê pêwîstî bi gelê Kurdistanê heye. Her wiha ji bilî balkişandina şerê tayîfî, ev jî dûpat kir ku Kurdistan ti demekê nabê beşek ji wê şerê tayîfiya ku li navçeyê de heye û ew gengeşeya bûye belayek ji bo asayîşa navçeyê û cîhanê.