Bêjer û Pêşkeşkar Mehmûd Onder koça dawî kir

Bêjerê navdar yê medyayên Partiyê Karkerên Kurdistanê (PKK) Mehmûd Onder, bi nexweşiya Penceşêrê li Ewropayê koça dawî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bêjerê navdar yê medyayên Partiyê Karkerên Kurdistanê (PKK) Mehmûd Onder, bi nexweşiya Penceşêrê li Ewropayê koça dawî kir.

Mehmûd Onder ku dostê Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bû, bêjerê her yek ji kenalên (Med TV, Medya TV, Roj TV û Strêk TV) bû.

Mehmûd Onder sala 1952 li Diyarbekirê ji dayîk bû. Di dema Derbeya 12 Îlona 1980 de hat girtin û êşkence dît û piştre tevî malbata xwe derbasî Sûriyê dibe û ji wir derbasî Ewropa dibe.

Sala 1997'ê de, di Medya TV de dest bi pêşkêşkirina bernameyan dike.

Ev demeke, ji ber nexweşiya Penceşêrê li bajarê Kopenhagê di nexweşxaneyê de bû. Îro jî 31 Çile 2017 berdestê sibê, çû ber dîlovaniya Xwedê.

Bi vê boneyê, Dezgeha Kurdistan24 bo Ragihand û Lêkolînê, pirsa serxweşiyê xwe arasteyî hevkaran di kenalên nûçeyan û Strêk TV de dike.