Şervanekî biyanî xwe kuşt, lê xwe radestî DAIŞê nekir

Şervanekî Brîtanî ku di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şer dikir û li nêzîk bajarê Reqayê canê xwe jidest da, hat ragihandin ku wî xwe bixwe kuştiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şervanekî Brîtanî ku di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şer dikir û li nêzîk bajarê Reqayê canê xwe jidest da, hat ragihandin ku wî xwe bixwe kuştiye.

Li gor medyayên Brîtanî, Ryan Lok yê 20 salî di meha Tebaxa bûrî de çûye di nava rêzên YPGê de û li dijî çekdarên DAIŞê şer kiriye û di şer û pevçûnên li nêzîkî bajarê Reqayê di 21 Berçileya 2016an di canê xwe jidest daye.

Dezgeha Radyoya Brîtanî niha radigihîne, ku Ryan Lok li nêzîkî Keleha Ceberê dema ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin û da ku nekeve destê DAIŞê, xwe bixwe kuştiye.

Dezgeha Radyoya Brîtanî da zanîn ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji wan re ragihandiye, ku Ryan tenê bi guleyekê hatibû kuştin.

Li gor jêderên Dezgeha Radyoya Brîtanî ku piştî lêkolîna pizîşkî ji Ryan Lok re hatiye kirin, diyar bû ku gule li binê çengê wî ketiye û devê damançê jî gihêştiye çengê wî, ev yek jî egera ku Ryan xwe bixwe kuştibe, derdixîne meydanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG hêzeke wê ya sereke ye qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê “Hêrsa Feratê” di 10 Beçileya 2016an de ragihandibû.