Biryara binçavkirina Ocalan û Ayhan hat dayîn
Derbarê Parlamenterên HDPê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê Parlamenterên HDPê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Doza parlamenter Îbrahîm Ayhan ku ji ber nivîsên torên civakî hatibû vekirin, di Dadgeha Cezaya Giran ya Rihayê de berdewam kir. Ayhan beşdarî rûniştinê nebû.
Dadgehê destnîşan kir, digel ku bang li wî hatiye kirin lê ew nehatiye, biryara binçavkirina wî daye.
Heman dadgehê, di dozeke din de, bi heman sedeman, derbarê Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan de jî biryara binçavkirinê da.
Dîlek Ocalan, xarziya Rêberê PKK Ebdula Ocalan e.