Li Nisêbînê qedexeye hîn jî berdewam e

Li Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve li taxên Ebdulqadir Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdin û Kişla berdewam dike. Li aliyê din xebatên hilweşandina avahiyan jî berdewam dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve li taxên Ebdulqadir Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdin û Kişla berdewam dike. Li aliyê din xebatên hilweşandina avahiyan jî berdewam dikin.

Hat ragehandin, hêzên ewlekariya Tirkiyê li taxan hê jî çek û teqameniyan dibînin û di roja dawî de 3 bombeyên ku hatibûn bicîhkirin û gelek guleyên roket û hawanan hatin dîtin.

Hêzên ewlekariyê, teqameniyên ku desteserkirin, di bin kontrolê de teqandin û dengê teqînê li tevahiya Nisêbînê hatiye bihîstin.

14'ê Adara 2016'ê li Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû ragehandin û piştî dawî bûna operasyonan, di 25'ê Tîrmehê de, derveyî 6 taxan qedexe hatibû rakirin.