YPG: Me ti çek ji Amerîka wernegirtine
Berdevkê YPGê radigihîne, wan ti cure çek yan alavên leşekerî ji Hevpeymaniya Navdewletî wernegirtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê YPGê radigihîne, wan ti cure çek yan alavên leşekerî ji Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê wernegirtin.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir, di dema dawî de hin nûçe hatine belavkirin, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê çek, otombîlên leşkerî barhilgirên leşkeran radestî YPGê kirine.
Xelîl aşkere dike ku, ew wek YPGê wan nûçeyan red dikin ku û wan ti cure çek û otombîlên leşkerî di şerê li dijî DAIŞê de wernegirtine.
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihandibû, di çarçova şerê li dijî DAIŞê, wan çek dane endamên Ereb yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)
Herwiha duh jî Berdevê HSDê Telal Silo ji K24ê re ragihandibû û aşkere kir jî, tenê 8 otombîlên leşkerî yên pêşketî gihêştine destê wan.
Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ku YPGê tê de hêza sereke ye, qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdarê de ragihandibû. Herwiha di 10 Berçile de qonaxa duyem ya rizgarkirina rojavayê Reqayê jî dest pê kiribû. Tê çaverêkirin, di rojên bêş de jî dest bi qonaxeke din bike.