AKP: Amerîka çekan bide HSDê, bêdeng nemînin
Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Yasîn Aktay da xuyakirin, ew bi ti awayê qebûl nakin ku Amerîka çekên giran û otombêlên zirxpoş bide HSD. Ragihand jî, li hember vê yekê ewê bêdeng nemînin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Yasîn Aktay da xuyakirin, ew bi ti awayê qebûl nakin ku Amerîka çekên giran û otombêlên zirxpoş bide HSD. Ragihand jî, li hember vê yekê ewê bêdeng nemînin.
Cîgirê Serokê AK Partî û Berdevkê AKPê Yasîn Aktay, piştî civîna Encûmena Navendî ya Rêveberiya AKPê, ku bi serokatiya Binalî Yildirim civiya bû, civîna çapemenî lidar xist.
Aktay got, HSD beşek ji PKKê ye û diyar dibe ku Amerîka radeya alîkarî bilind kiriye û gihandiye asta otombêlên zirxpoş û çekên giran. Aktay da zanîn ew van pêşketinan metirsîdar dibînin û bi awayek baldar dişopînin û çi pêwîst be jî dê bikin.
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihandibû, di çarçova şerê li dijî DAIŞê, wan çek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re şandine.
Berdevê HSDê Telal Silo ji K24ê re ragihand û aşkere kir jî, 8 otombîlên leşkerî yên pêşketî gihêştine destê wan.