Şaredarekî din ê DBP hate binçavkirin
Şaredarê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Gokçebagê hate binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Gokçebagê hate binçavkirin.
Şaredarê Gokçebagê ya bi ser bajarê Sêrtê Serhat Çîçek di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de duh ji aliyê polîsên dijî terorê ve hate binçavkirin.
Piştî ku şaredar hate binçavkirin hejmarek hêzên jendirmeyan bi ser Şaredariya Gokçebagê de girtin û lêgerîn kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 72 Hevşaredarên DBPê hatine zindanîkirin û Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê dest daniye ser nêzikê 70 şaredariyan.