Opozîsyon: Hîn zû ye gotûbêj li ser destûrê were kirin

Opizsyona Sûriyê dibêje, hîn zû ye ew gotûbêjê li ser destûr û desthilateke serbixwe li Sûriyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opizsyona Sûriyê dibêje, hîn zû ye ew gotûbêjê li ser destûr û desthilateke serbixwe li Sûriyê bikin.

Bo destnîşankirina şanda opozîsyonê ji bo danûstandinên Cenêvê, du li Enqerê civînek di navbera opozîsyona Sûriyê û berpirsên Wezareta Derva ya Tirkiyê de birêve çû, ku Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro jî tê de beşdar bû.

Piştî civînê Berdevkê Bereya Cinûbî Îsam El-Reyis ragihand, ku gotûbêjkirina destûreke nû û desthilateke serbixwe li Sûriyê di dema niha de nayê qebûlkrin.  

Opozîsyonê raghandin jî, ku Artêşa Azad li danûstandên Cenêvê amade nabe, heta agirbest li ser erdê neyê çespandin.

Opozîsyonê got ku, ne ji mafê Nûnerê NY yê teybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ye, ku şandên li Cenêvê beşdar bibin destnîşan bike û ew yek wek binpêkirin ji rewatiya danûstandinên Cenêvê re da zanîn.

Biryar e di vê mehê de û di bin serpereştiya NY gereke din ya danûstandinên Cenêvê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê bê lidarxistin. De Mistura jî ragihandibû ku, heta roja 8 vê mehê şanda opozîsyonê netê diyarkirin, ew ê şandekê destnîşan bike.