Şaredara Bismilê ji kar hate dûrxistin

Şaredara Bismilê ya bi ser Diyarbekirê Cemîle Emînoglu ji kar hate dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaredara Bismilê ya bi ser Diyarbekirê Cemîle Emînoglu ji kar hate dûrxistin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de  biryara binçavkirina Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu berî niha hatibû dayîn. Bi vê hincetê polîsan bi ser mala Şaredar Cemîle Emînoglû û avahiya şaredariyê de girtin. Lê şaredar li cihê xwe nehate dîtin.

Li ser vê yekê Wezareta Navxwe Şaredar Cemîle Emînogluyê ji kar dûrxist û di şûna wê de Qeymeqamê Bismilê Turgay Gûleç erkdar kir.

Wezareta Navxwe duh jî dest danîbû ser Şaredariya Payîzavaya Wanê.