Dosyên Tuncel û Kişanak ji Diyarbekirê çûn Meletiyê

Ji bo bergiriyên ewlehiyê, Dosyeyên Hevseroka DBP'ê Sabahat Tûncel û Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak bo dadgeha Meletiyê hatin veguhastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo bergiriyên ewlehiyê, Dosyeyên Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel û Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak bo dadgeha Meletiyê hatin veguhastin.

Dosyeyên Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel û Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, bi sedema ewlehiyê, duh ji Dadgeha Diyarbekirê radestî Dadgeha Meletiyê hatin kirin. Hevserokên ku dosyeyên wan li Diyarbekirê hatibûn amadekirin û dihat payîn ku, li Diyarbekirê werin darizandin, bi biryareke nû dê ji niha bi şûn ve li Dadgeha Meletiyê werin darizandin.

Hevseroka DBP'ê Sabahat Tûncel, di 6'ê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û bi daxwaza 150 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Her wiha Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak jî di 31'ê Cotmeha 2016'an de hatibû binçavkirin û bi daxwaza 230 sal cezayê girtîgehê tê darizandin.

 

Fly Erbil Advertisment