Di navbera Tirkiye Yunanîstanê de alozî zêde dibe

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik nerazîbûnek tund li hemberî Wezîrê Bergîriyê yê Yunanîstanê nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik nerazîbûnek tund li hemberî Wezîrê Bergîriyê yê Yunanîstanê nîşan da.

Işik got, ew ji ber axaftinên Wezîrê Bergîriyê yê Yunanîstanê xemgîn in û daxyaniyên wî şermezar dikin. Li gor Işik Wezîrê Bergîriyê yê Yunanîstanê bê berpirsiyarane tev digere û herwiha armanca çalakî û gotinên wî fitne (provakasyon) ne.

Işik bang li Yunanîstanê dike ku, bila pirsgirêkên navbera Yunanîstan û Tirkiye bi rê û rêbazên aşitiyane û danûstandinan çareser bibe.

Di demên dawî de navbera Tirkiye û Yunanîstanê de careke din alozî bilind bûn. Wezîrê Bergîriyê yê Yunanîstanê diyar kiribû ku, Tirkiye wekî kovboyan tev digere û firokeyên wan 138 caran qadên wan ên asmanî binpê kirine. Bila Tirkiye bizane ku ew careke din rê nadin firokeyên wan, asmanê Yunanîstanê binpê bike.