Beluken: Xelk dê derseke baş bide hikûmetê

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken dibêje, di van şertan de ti rewabûna referandûmê nîne û eger şert bên başkirin, xelk dê di sindoqan de dersek baş bide hikûmeta Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken dibêje, di van şertan de ti rewabûna referandûmê nîne û eger şert bên başkirin, xelk dê di sindoqan de dersek baş bide hikûmeta Tirkiyê.

Baluken, li Enqerê pirsên rojnamegeran bersivandin û got, çawa ew serbest hatiye berdan, di heman demê de 2 parlamenterên din hatine girtin û vê yekê jî hemû hêvî berhewa kiriye.

Her wiha got, niha hevserok û parlamenterên HDP girtî ne, rewşa awarte heye û bi sedan siyasetmedar û rojnameger girtî ne û di van mercan de referandûm rewa nabe.

Baluken da zanîn, bo rewabûna referandumê divê, merc bên başkirin û ew di wê baweriyê de ye ku, dema şert û merc bo beşdarkirinê baş bin, dê xelk derseke mezin bide hikûmetê.