Silo: Hêza Ehmed El-Cerba beşdarî şerê Reqayê dibe

Berdevkê HSDê Telal Silo tekez kir, hêzeke opozîsyona Sûriyê bi serokatiya Ehmed El-Cerba beşdarî operasyona Reqayê dibe.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê HSDê Telal Silo tekez kir, hêzeke opozîsyona Sûriyê bi serokatiya Ehmed El-Cerba beşdarî operasyona Reqayê dibe.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser vê mijarê ji K24ê re got: “Hêza Ehmed El-Cerba di qonaxa duyem ya operasyona Reqayê de bi me re beşdar bûn, ew jî piştî ku bi Amerîka rêkeftin bo beşdarbûna wan hate kirin. Herwiha ew wek hêzeke serbixwe di operasyonê de beşdar bûn, ne di nava HSDê de.”

Silo amaje bi wê yekê kir ku, niha hêzeke Ehmed El-Cerba gihêştiye derdora Reqayê û wî jî soz daye ku 3 hezar şervan beşdarî operasyona Reqayê bibe û mil bi milê HSDê şer bike.  

Serokê Teyar El-Xed ya opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerbe ragihandibû ku, 3 hezar çekdarên Erebî ku Hevpeymaniya Navdewletî rahênana wan dike, amadekariyan dikin ji bo tevlî şerê Reqayê bibin.

Ehmed El-Cerba ku berî demekê Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê bû dabû zanîn ku, ew ê bi awayekî serbixwe li aliyê HSDê beşdarî operasyona Reqayê bibin, ne din ala HSDê de.

Tê zanîn Odeya Operasyona Hêrsa Feratê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) roja 4 Sibatê di konferanseke rojnamegerî de destpêkirina qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê ragihandibû.