Li Stebolê konferansek bo trajediya jinên penaber
Ji şer û ji zilmê direvin, welat bi welat digerin da ku xwe bispêrînin ciheke bi aram. Dema rêwitiya xwe jî bi zilmeke din re rû bi rû dimînin. Çîroka penaberan bi taybetî jî jinên penaber ku bi êş û keserê emrê xwe derbas dikin di konferanseke ya li Stenbola Tirkiyê de hat behskirin.
K24 – Stenbol
Ji şer û ji zilmê direvin, welat bi welat digerin da ku xwe bispêrînin ciheke bi aram. Dema rêwitiya xwe jî bi zilmeke din re rû bi rû dimînin. Çîroka penaberan bi taybetî jî jinên penaber ku bi êş û keserê emrê xwe derbas dikin di konferanseke ya li Stenbola Tirkiyê de hat behskirin.
Trajediya jinên penaber, li Stenbolê di konferanseke navneteweyî de hat axaftin. Di konferansê de ku ji aliyê saziyên sivîl ên cuda ve hat sazkirin, gelek pispor der barê arîşeya penaberan de çîrokên dilêş ên penaberan û pêşniyaza xwe parve kirin.
Natasha Walter li Brîtanyayê, rêvebira saziyeke ku li ser penaberan kar dike ye. Walter bal kişand ser çîroka xembar a jineke Etîyopyayî. Walter ji K24ê re wiha axivî: “Dema ku min li Brîtanyayê der barê vê mijarê de lêkolîn dikir, haya min ji çîroka Helena Etîyopyayî çê bû. Helen ji ber şerê navxweyî yê welatê xwe mala xwe bi cîh dihêle û hewl dide ku biçe Ewropayê. Dema ku ji çola Sahrayê derbas dibe, gelek kes dest dirêjiya wê dikin. Keştiya ku Helen lê siwar dibe li Behraspî noq dibe. Helen bi zehmetî xwe xelas dike. Dema li keştiyê bû hîn dibe ku ducanî ye. Gava bi barhilgirekê tê Brîtanyayê di rê de zarokê wê ku hêj nehatiye dinyayê di zikê wê de dimire.”
Li gorî axaftina Walter, hikûmêta Brîtanyayê, serlêdana Helenê ya xwespartinê qebûl nekiriye û jinika belengaz hêj di kampa penaberan de tê sekinandin.
Nazîf Afzal jî demeke dirêj e li Brîtanyayê di serdozgeriya qraliyetê de kar kiriye û bi taybetî jî li çîrokên jinên Êzdî xebat kirine. Afzal dibêje: “Min der heqê jinên Êzidî de gelek lêkolîn kirine. Gelek zehmetî û êş kişandine. Dilê mirov bi wan diêşê. Ne mimkun e ku em xemsar bibin. Ez li Tirkiyê pîroz dikim ku ji zêdetirî 3 milyon penaberan kirine mêvan. Pêwsît e welatên Ewropayê jî ji bo vê kêşeyê zêdetir hewlê bidin.”
Li gor Nazîf Afzal, Serokê Amerîkayê Donald Trump ku biryara qedexeya vîzeyê ya bo 7 welatan daye der barê kêşeyên penaberan de zêdetir hessas bibe. Berevajî vê yekê penaberan wê zêdetir êş bikêşînin.