Li Stenbolê mîhrîcana masiyan lidar ket
Li Stenbolê di mîhrîcana masiyan de 2 hezar û 500 kîlo masî li hemwelatiyan hatin belavkirin. Bi hezaran kes berê xwe dan cîhê festîvalê û di bin baranê de hem govend girtin, hem masî xwarin. Bi hezaran kîlo masiyên ku ji behra reş hatin derxistin, ji aliyê şaredariya Kuçukçekmece ya Stenbolê ve di mîhrîcana masiyê de, li hemwelatiyan hatin belavkirin.
K24 – Stenbol
Li Stenbolê di mîhrîcana masiyan de 2 hezar û 500 kîlo masî li hemwelatiyan hatin belavkirin. Bi hezaran kes berê xwe dan cîhê festîvalê û di bin baranê de hem govend girtin, hem masî xwarin.
Bi hezaran kîlo masiyên ku ji behra reş hatin derxistin, ji aliyê şaredariya Kuçukçekmece ya Stenbolê ve di mîhrîcana masiyê de, li hemwelatiyan hatin belavkirin.
Her çiqas hewa şilî be jî kesên hatin mîhrîcanê hem masî xwarin hem di bin baranê de govend girtin.
Hunermendên xelkê behra reş jî bi stranên xwe yên ji herêma xwe dilê hemwelatiyan geş kirin.