Li Diyarbekirê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve Cegerxwîn hat bibîranîn
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekir bo bîranîna Helbestkarê Navdar ê Kurd Cegerxwîn panelek bîranînê hat li darxistin, di panelê de giringiya helbestên Cegerxwîn ji aliyê neteweyî hat nirxandin, helbestên wî hatin xwendin û her wiha kurte konsertek ji stranên bi helbestên wî hatine çêkirin hat pêşkêşkirin. Beşdarên panelê bal kêşandin ku Cegerxwîn di roja me de jî bi helbest û perspektîfa xwe sudê dide doza neteweyî ya Kurdistanê.
Di 42. Salvegera Koça Dawî ya Helbestkarê Navdar ê Kurd Cegerxwîn de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi beşdariya hunermend, siyasetmedar, akademisyen û rewşenbîrên Kurd panelek bîranînê hat lidarxistin. Di Panelê de behsa jiyan û xebatên Cegerxwîn hat kirin û rêwîtiya zehmet û giran a jiyana Cegerxwîn a li sala 1903yê de li Gundê Kercewsê ya bi navê Hesarê dest pê kir û 1984ê Stockholmê bi dawî bu hat kirin. Di panela bi navê “Têgeha Îqtîdarê di Helbesta Cegerxwînî da” bi awayeke akademîk helbesta Cegerxwîn hat nirxandin.
Akademîsyen û Zimannas Doktor Mîkaîl Bulul di vî warî de got: “Cegerxwîn ne tenê helbestkarek e, di hemqan demê de şoreşgerek e, xebatên siyasî kirine, doza milletê kjurd doza kurdistanê kiriye, jiyana wî nava girtin û êşkenceyê de derbas buye.”
Di Panelê de bi helbestên cegerxwîn ên wek starn jî hatine gotin kurtekonsertek hat pêşkêşkirin. Amadekarên panela bîranîna Cegerxwîn bal kêşandin ku Cegerxwîn mîrateyek girîng û hêja bo civaka kurd hiştiye û divê Cegerxwîn bi nifşên nu baş were danasîn û her wiha xwedî li mîrateya wî were derketin.
Moderatorê Panelê Fahrî Karakoyûnlû jî ragihand: “Xewna Ehmedê Xanê ya Mem û Zînê de anîyî ziman wek felsefe ji aliyê Cegerxwîn ve hatiye meşandin ku yekîtiya kurdan xwestiye û mafê dewletbuna kurdan xwestiye û di helbesta xwe de ev yek hunandiye.”
Beşdarên panelê balê dikêşin ku Cegerxwîn navbera hunera klasik û nujen a kurdî de buye pirek girîng û bibandor û di heman demê de helbesta cegerxwîn de dewlemendî xurtbuna zimanê kurdî jî hatiye dîtin.