Bab ji aliyê rêjîm û Mertala Feratê ve ketiye dorpêçê
Çekdarên DAIŞê li bajarê Bab ya li bakurê rojhilatê Helebê bi temamî ji aliyê rêjîma Sûriyê (Ji aliyê başûr) û Mertala Feratê (Ji aliyê bakur) ve hatin dorpêçkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê li bajarê Bab ya li bakurê rojhilatê Helebê bi temamî ji aliyê rêjîma Sûriyê (Ji aliyê başûr) û Mertala Feratê (Ji aliyê bakur) ve hatin dorpêçkirin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, piştî pêşveçûnên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyaya Hizbulaha Libnanî li başûrê Babê, ku riya sereke ya di navbera Bab û parêzgeha Reqayê kontrol kirin. Çekdarên DAIŞê bi temamî ji aliyê artêşa Sûriyê û çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya Tirkiyê, ketin dorpêçê.
Ji 3 hefteyan ve, artêşa Sûriyê biqasî 5 k.m ji aliyê başûr ve ber bi Babê ve bipêş ketiye. Artêşa Sûriyê bi yekê hewl dide rê li pêş artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê bigire û bixwe derbasî Babê bibe.
Bajarê Bab ji sala 2014an ve di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye. Artêşa Sûriyê jî roja 29 Çileya borî karî 3 gundan li başûrê devera Babê wek gundê Şêx Den, Eyn Cehiş û Birêc ji çekdarên DAIŞê control bike.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Serokomarê Tirkiyê jî berî demekê ragihand ewê di demeke nêzîk de bajarê Babê kontrol bikin.