HDK: Di referandûmê de “Na”

Li Tirkiyê, Kongreya Demokratîka Gelan (HDK) ragehand, ewê di referandûmê de bo guhertina destûrê bêjin "Na".

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, Kongreya Demokratîka Gelan (HDK) ragehand, ewê di referandûmê de bo guhertina destûrê bêjin "Na".

Bi beşdarkirina pêkhateyên HDK û parlamenterên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) li Stenbolê derbarê referandûma guhertina destûrê de civînek hat darxistin.

Daxuyaniya helwesta referandumê, Peyvdara HDK'ê Gulîstan Koçyîgît xwend û da xuyakirin, civak li benda destûreke demokratîk, piralî, wekhevî, laîk, rêzdarê mafên jin û jîngehê ye.

Lê guhertina niha dijî wan tiştan e û sîstema dîktatoriyê tîne û bo parastina mafên ku bi berdêlan hatine girtin, ewê di referandûmê de bêjin na.