Şaredarê Bajêrganê hate binçavkirin

Li Colemêrgê, Şaredarê Bajêrgan a Geverê piştî ku ji kar hat dûrxistin, hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Colemêrgê, Şaredarê Bajêrgan a Geverê piştî ku ji kar hat dûrxistin, hat binçavkirin.

Hevşaredarê bajarokê Bajêrgan ser bi Geverê, Akîf Kaya, şeva bihurî ji kar hat dûrxistin.

Pişt re, hêzên ewlekariyê ser bi mala wî ve girtin û ew girtin biniçavan. Hat ragehandin, Kaya li Fermandariya Cendermeyan a Geverê de tê lêpirsînkirin.

Duh jî piştî girtina şaredarê navçeya Karaz ya Diyarbekirê qeyum hatibû danîn û hevşaredarên Bêspînê yên Slopî jî hatibûn binçavkirin.