Komek guhartin di nava PDKê de hatin kirin

Piştî bidawîbûna civîna Serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpereştiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, di civînê de komek biryar û rasparde hatin standin, bo rêkxistina navxweyî ya PDKê jî hin guhartin di nivîsgeh, dezgehan û şaxan de hatin kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê danûstandina şanda PDKê ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Mihemed got: “Bo rêkxistina vê rewşa, yek helwesta me bo partiyan heye.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed got jî: “Pirsa serxwebûnê li Bexdayê gotûbêj dikin.”

Îro encûmena Serkirdayetiya PDKê bi serokatiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya, pirsên çaksazî û guhartinên navxweyî yên di nava PDKê, tewerên sereke yên civînê bûn.ç