Leyla Zana hate azadkirin
Parlementera Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) a Agiriyê ku îro hate binçavkirin, serbest hate berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) a Agiriyê ku îro hate binçavkirin, serbest hate berdan.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana ji gundê xwe ber bi bajarê Amedê ve diçû ji aliyên Hêzên ewlekariya Tirkiyê ve li nêzîk bajarê Farqîn hatibû binçavkirin.
Li gor Ajansa Nûçeyî ya Dogan (DHA), Zana ji bo îfadedanê, birine Dadgeha Diyarbekrê. Sedema binçavkirina wê, di çarçoweya dozekê ku li Agiriyê tê dîtin de, hatibû nîşankirin.