HSDê qonaxa sêyem ya şerê Reqayê ragihand
Odeya Operasyona Hêrsa Feratê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) îro di konferanseke rojnamegerî de destpêkirina qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Odeya Operasyona Hêrsa Feratê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) îro di konferanseke rojnamegerî de destpêkirina qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê ragihand.
Berdevka Operasyona Reqayê Cîhan Şêx Ehmed di konferansê de got: “Armanca qonaxa sêyemîn ya operasyona Hêrsa Feratê, bo rizgarkirina navçeyên li rojhilata Reqeyê ye, da ku hemû xelkê ku di bin zordariya DAIŞê ya hovane dijîn, rizgar bikin.”
Cîhan Şêx Ehmed amaje bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir û ragihand, ew operasyon bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî û şêwirmendên serbasî li meydanê şer birêve diçe.
Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Roja 10 Berçileya 2016an jî qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê dest pê kiribû.
HSDê berî çend rojan jî ragihandibû, ku Di qonaxa duyem de rûbera 2 hezar û 480 k.m çargoşe hate rizgarkirin, ku tê de 196 gund û bi dehan zevî û girên stratîjîk û keleha Ceberê ya dîrokî kontrol kirin.”
Bi armanca piştevanîkirina li HSDê bo şerê Reqayê, Amerîka hejmarek ji zirîpoşa û alavên leşkerî radestî HSDê kirine. Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re aşkere kir ku, di çarçova opoerasyona Reqayê de, 8 otombîlên leşkerî yên pêşketî gihêştine destê wan.