HSDê 9 gundên din kontrol kirin

Di qonaxa sêyemîn ya operasyona “Hêrsa Feratê” de Hêzên Sûriyeya Demukrat (HSD) li rojhilatê Reqayê ber bi navenda bajêr di pêçveçûnan de ne û heta niha 9 gund ji çekdarên DAIŞê rizgar kirine.

K24 – Rojavayê Reqê
Di qonaxa sêyemîn ya operasyona “Hêrsa Feratê” de Hêzên Sûriyeya Demukrat (HSD) li rojhilatê Reqayê ber bi navenda bajêr di pêçveçûnan de ne û heta niha 9 gund ji çekdarên DAIŞê rizgar kirine.

Berdevka operasyona Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehemd ji K24ê re axivî û got: “Di roja çaremîn ya qonaxa sêyemîn ya Herêza Feratê de 9 gund ji çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin. Li şervanên HSDê li eniya Silokê 18 k.m bi pêş ve çûne û li eniya Mekmenê jî 16 k.m bi pêş ve çûne.”

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Roja 10 Berçileya 2016an jî qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê dest pê kiribû. 

Herwiha Odeya Operasyona Hêrsa Feratê ya HSD roja 4 Sibata 2017an jî qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê ragihand.