HDP û DBP: Em diçin ser sindoqan
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûçeyên derbarê boykotkirina referandûmê derew derxistin û da xuyakirin, dê Kurd biçin ser sindoqan û dengê "Na" bikar bînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûçeyên derbarê boykotkirina referandûmê derew derxistin û da xuyakirin, dê Kurd biçin ser sindoqan û dengê "Na" bikar bînin.
Pêkhateyên HDP û BDPê li navçeya Pasûra Diyarbekirê, dest bi bangêşiya referandumê kirin. Cîgira Hevserokatiya DBP Gulcîhan Şîmşek, Parlamenterê HDP Ziya Pîr, Hevserokên Şaxên Diyarbekirê yên HDP û DBP beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Şîmşek bal kişand ser bangêşiya "Dê kurd neçin ser sindoqan" û destnîşan kir, çi rastiya van gotinan nîne, Kurd wê biçin ser sindoqan û dengê "Nexêr" bikar bînin.
Şîmşek da zanîn, HDP û DBPê û hemû pêkhateyên wan biryar dane ku dê beşdarî referandûmê bibin û dengê "Na" bikar bînin û bi vê armancê ewê li 40 deveran civînan pêk bînin.