komek jinên bermalî, hînî wênexêziyê dibin
Li Diyarbekirê, Komeleya Leonardo Da Vinci, di nav xebatên xwe de ji bo jinên bermalî jî cihek veqetandiye. Komeleya ku 20 sal in li Diyarbekirê xebatan dimeşîne, li ser daxwaza komek jinên bermalî, xizmeta hînkirina wêneyan dide.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, Komeleya Leonardo Da Vinci, di nav xebatên xwe de ji bo jinên bermalî jî cihek veqetandiye. Komeleya ku 20 sal in li Diyarbekirê xebatan dimeşîne, li ser daxwaza komek jinên bermalî, xizmeta hînkirina wêneyan dide.
Komeleya Leonardo Da Vinci, di nav 20 salan de ji bo niştecihên Diyarbekirê, xizmetên girîng pêşkêş kirine. Rêveberiya komeleyê, ji destpêkê heta niha neguheriye û bi heman kesan li gorî pêdivî û daxwazan, kursên cur be cur dide. Serokê Komeleya Da Vinci Mehmet Tekîn e. Tekîn diyar dike ku wan ji destpêkê heta niha, bi sedan kesan gihandine.
Tekîn ji K24ê re wiha axivî: "Armanca me ya bingehîn, xizmetkirina zarok û ciwanên kêmderfet e. Em bi xebatên xwe bêhtir xîtabê beşên kêmderfet dikin. Em bi giranî xebatên civakî û çandî bi rê ve dibin. Piraniya kursên me jî li gorî daxwazan tên sazkirin."
Rêveberiya komeleyê, ji bo xwendekarên dibistana navîn û amadehiyê jî dersên tevkariyê dide. Ji bilî dersên tên dayîn, gelek kursên çandî û hunerî jî dîsa li heman avahiyê dewam dikin. Li ser daxwaza komek jinên bermalî, kurseke wênexêziyê jî hatiye vekirin. Serokê komeleyê bixwe mamosteyê wênexêziyê ye û ew, yek bi yek bi van jinan re eleqe dibe û wan hîn dike.
Yek ji jinên xêzkar jî Hamîde Yalçin e. Yalçin mamosteya malnişîn e û di nav 4 mehan de xwe bi pêş xistiye. Hamîde Yalçin dibêje: "Ez ji bo ku demên xwe yên vala derbas bikim, hatim vê derê. Ez ji xêzkirina wêneyan gelek hez dikim, lê ji ber ku ez dixebitîm, qet derfeta min çênedibû. Em niha li vê derê hem hevaltiyên nû dikin, hem em ji derd û kulen rojane dûr dibin hem jî em bi hezkirin wêneyan xêz dikin."
Komeleyên ku di şert û mercên Tirkiyeyê de tên rêvebirin, li gorî rêziknameya komeleyan a Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşînin. Ji ber vê yekê jî aboriya komeleyan, tenê li ser aîdatên mehane û bexşan bi rê ve diçin. Rêveberên Komeleya Da Vinci diyar dikin ku heger ji aliyê rayedarên dewletê ve ji bo wan piştgiriya aboriyê were kirin, ew ê bikaribin ji bo xelkê Diyarbekirê xizmetên zêdetir pêşkêş bikin.