Li Qamişlo teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li Qamişlo teqînek rû da, 2 endamên Asayişa Rojava canê xwe jidest dan û 2 endamên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Qamişlo teqînek rû da, endamekî Asayişa Rojava canê xwe jidest dan û 2 endamên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro demjimêr 8:35 li meydana Iskenderon ya taxa Xelîç li başûrê Qamişlo bombeyek bi otombîleke Asayişa Rojava ve teqiya.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di encama teqînê de endamekî asayişê canê xwe jidest dane û 2 endamên de jî birîndar bûne.