Barzanî beşdarî Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê dibe
Jêderekî ji Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî 53emîn Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê dibe, ku biryar e di 17 vê mehê li bajarê Munchena Almanyayê bo 3 rojan dest pê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan

Zêdetir ji 500 kesayetiyên siyasî beşdariyê di konferansê de dikin û Serok Barzanî jî di çarçova beşdarîkirina xwe de çendîn hevdîtin ligel serkirdeyên cîhanê dike.
Ev yek di demekê de ye, di sala borî de Serokê Herêma Kurdistanê bo Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê hatibû vexwandin, ji bilî beşdarbûna di panelekê bi navê “Ceopolotîka Nû li Rojhilata Navîn” de, Barzanî komek ji civîn û hevdîtin ligel hejmareke mezin ji serkirdeyên cîhanê kir.
Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.