HSDê 98 gund û baxçe kontrol kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de amara 9 rojan ji qonaxa sêyemîn ya operasyona Hêrsa Ferêt belav kir û ragihand ku, di 9 rojan de 124 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de amara 9 rojan ji qonaxa sêyemîn ya operasyona Hêrsa Ferêt belav kir û ragihand ku, di 9 rojan de 124 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Odeya Operasyona Hêrsa Feratê yê kontrolkirina Reqayê di daxuyaniyekê de ragihand, qonaxa sêyemîn li gor plana ku hatiye dariştin, bi serkeftin derbas dibe û armanca xwe ya sereke ya jinavbirina hêlên pêşî yên bergîriyê yên DAIŞê li aliyê bakur û rojhilatê Reqayê cibicî kir.
HSDê amaje bi wê yekê kir, di 9 rojan de 700 k.m çargoşe û 98 gund û baxçe li bakurê rojhilatê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Herwiha aşkere kir, 124 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn. Herwiha 9 çekdarên DAIŞê bi dîlî ketine destê şervanan.
Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt diyar kir jî, hejmarek ji topxane û otombîlên leşkerî, 63 tunel, kargeheke çêkirina bombeyan, 3 otombîlên bombebarkirî, hezar û 265 mayîn û 3 firokeyên bê firokvanên DAIŞê hatin jinavbirin.
Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt aşkere kir jî, di qonava sêyemîn ya operasyona Hêrsa Ferêt de, 13 şervanên HSDê û Hêzên Erkê Xweparastinê şehîd bûn.
Hêza Sûriyeya Demikratîk (HSD) ku di qonaxa yekem de bakurê Reqayê kontrol kir, di qonaxa duyem de bo kontrolkirina rojavayê bajêr birêve bir, HSD roja 4 Sibata 2017an jî dest bi qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê kir.