Binpêkirina agirbestê li Astana tê gotûbêjkirin

Wezareta Derve ya Kazaxistanê radigihîne, di cîvînên Astanayê de wê binpêkirina agirbestê û rawestandina şer li Sûriyê bê gotûbêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Kazaxistanê radigihîne, di cîvînên Astanayê de wê binpêkirina agirbestê û rawestandina şer li Sûriyê bê gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Kazexistanê Xîret Ebdilrehmanov ragihand, civînên Astana ji bo  gotobêjkirina krîza Sûriyê, biryar e tê de çavdêriya agirbestê û sizakirina aliyên ku ew agirbest binpê kirine were gotûbêjkirin.

Herwiha diyar kir jî, herdu şandên Rûsî û rêjîma Sûriyê  gihiştine Astanayê û got ew niha li benda şanda Îranî û Urdinî ne ku bighin Astanayê.

Ebdilrehmanov da zanîn jî, ew li benda berisva Tirkiyê ne di demekê nêz de ji bo tekezkirina beşdariya opozîsyona çekdar ya Sûriyê di civînên Astanayê de yan na.

Biryar e di 15 û 16 vê mehê de şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê li li Astanayê bicivin, ji bo amadekariyên danûstandinên Cenêvê ya ku biryar e di 23 vê mehê de bi serpereştiya Netewên Yekbûyî de birêve biçe.