Evîndar ji ber 14ê Sibatê gelekî bi kelecan in
Beriya 14ê Sibatê ku li hemû cîhanê wekî roja evîndaran tê pîrozkirin, evîndar û destgirtî jî ketin nav kelecaneke mezin. Firoşgeh û Mallên mezin bi kesên ku dixwazin ji xoşewîst an jî ji evîndarê xwe re diyariyeke bikire tije bûn. Eleqeya herî mezin li ser gewher, xişir û zînetên giran biha ne. Helbet divê em sembola evîndaran anku gul û kulîlkan jî ji bîr nekin.
K24 – Stenbol

Yek ji roja herî watedar ya salê 14yê Sibatê ye. Ev roj li hemû cihanê wekî roja evîndaran tê pîrozkirin. Ji ber vê roja taybet û watedar, destgirtî û evîndar jî ketin nav kelecaneke mezin. Ev kelecan bo hilbijartina diyariya herî hêja û balkêş ya bo dildaran e.
Bi saya roja evîndaran bazar bi hereket û bi bereket e. Eleqeya herî mezin li ser gewher, xişir û zînetên giran biha ne. Ji lewra fuareke gewheran ku li Stenbolê hate vekirin ji aliyê evîndaran ve rastî eleqeyeke mezin hat.